Hevserokên HDPê êrîsa Wanê sermezar kirin
PeyamaKurd – Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mithat Sancar êrîşa çekdarî ya li navçeya Qelqelî (Ozalp) a bajarê Wanê ku dijî karmên şaredariyê hatibû kirin û 2 kes hatibûn kuştin şermezar kirin.
Di daxuyaniya hevserokên HDPê Buldan û Sancar de sersaxî ji malbatan re hat xwestin û ji bo kesê birîndar jî hêvîya şifayê hat kirin.
Hevserokên HDPê êrîş şermezar kirin û gotin, li demeke di heyama pandemiya vîrusa koronayê hewcedarî bi hevkariyê heye de, êrîşa hatiye kirin ti carî nayê qebûlkirin.
Li gorî daxuyaniyên berpirsên deshilata Tirkiyê êrîş ji aliyê PKKyîyan ve hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin