Ji siyasetmedarên Tirk peyamên sermezarkirina êrîsa ser HDPê...

17 June 2021 17:38 0 dîtin
Ji siyasetmedarên Tirk peyamên sermezarkirina êrîsa ser HDPê...

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Partiya DEVA Alî Babacan û Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu derbarê êrîşa li dijî avahiya HDPê ya Îzmîrê û kuştina xebatkara partiyê Denîz Poyraz de daxuyanî dan. Herwiha berdevkê AKPê Omer Çelîk jî êrîş şermezar kir û wekî provokasyon bi nav kir.

Kiliçdaroglu di peyama xwe de êrîş şermezar kir û got: “Ez êrîşa li dijî avahiya HDPê ya Îzmîrê lanet dikim. Rehma Xwedê li Denîz Poyraz a jiyana xwe ji dest da be û sersaxiyê ji malbata wê re dixwazim. Berê me ev senaryo dîtibû, gelê me wê vê carê ne daqûrtine. Ez hişyar dikim, divê kes ji van provakasyonan hêvî neke.”

Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan jî got: “Ez êrîşa li dijî avahiya HDPê ya Îzmîrê bi tundî şermezar dikim. Rehma Xwedê li Denîz Poyraz a di êrîşê de hat qetilkirin be û sersaxiyê ji malbata wê re dixwazim. Berpirsiyariya hikûmetê ew e ku pêşî li tundiyê bigire û ewlehiya partiyên siyasî û siyasetmedaran bistîne.”

Berdevkê AKPê Omer Çelîk jî di peyama xwe ya li ser twitterê belav kiriye de, êrîş û kuştina xebatkara HDPê şermezar kir û diyar kir ku ew dê derfetê nedin provokasyonên têkdana aramî û ewlehiya Tirkiyê. Çelîk herwiha got ku wê hêzên ewlekariyê û darazê bûyerê bi hemû aliyên xwe ve derxin holê.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî di peyama xwe de êrîş şermezar kir û diyar kir, “Rehma xwedê li genca me ya jiyana xwe ji dest daye be, sersaxîyê ji malbatê re dixwazim. Êrîşê şermezar dikim. Wê ev welat destûrê neke yên dixwazin ji nefret, şer, pevçûn û aloziyan sûde bistînin û nade jî.”

Şaredarê Bajarê Îzmîrê Tunç Soyer jî di peyama xwe de êrîşa ser avahiya HDPê şermezar kir û diyar kir ku ew li dijî hemû hewlên ziyanê bidin aramiyê ne.