Ji deshilatdariya Tirkiyê peyamên bîranîn û sermezarkirina kîmyabarana Helebceyê

16 March 2021 16:43 0 dîtin
Ji deshilatdariya Tirkiyê peyamên bîranîn û sermezarkirina kîmyabarana Helebceyê

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya bibîranîn û şermezarkirina komkujiya Helebceyê, berpirs û rayedarên hikûmeta Tirkîyê jî, bi minasebeta 33yemîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamên hevxemiyê û şermezarkirinê belav kirin.

Berdevkê Serokkomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, Wekîlê Serokê Giştî yê AkPê Numan Kurtulmuş û sîyasetmedarên AKPyî yên Kurd Mehdî Eker û Cevdet Yilmaz komkujiya Helebceyê bibîr anîn û şermezar kirin.

Îbrahîm Kalin di peyama xwe ya li ser Twîtterê da got: “Komkujîya Helebceyê nayê jibîr kirin û em ê tu carî jibîr nekin. Ziman, dîn, netew çi dibe bila bibe em li gel mezlûman li hemberî zaliman in.”

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamit Gul di peyama xwe da got, “Ez xwişk û birayên me yên ku berîya 33 salan di Komkujîya Helebceyê da jîyana xwe ji dest dane bi rehmet bibîr tînim. Ez hemû sûcên li dijî mirovahîyê û sûcdarên wê lanet dikim.”

Wekîlê Serokê Giştî yê AKPê Numan Kurtulmuş , wezîrên berê Mehdi Eker û Cevdet Yilmaz jî li ser medya civakî peyamên bîranîn û şermezarkirina kîmyabarana Helebceyê belav kirin.