Mistefa Balî êrîsa 'Ciwanên Soresger' a ser ofîsa PDK-Sê sermezar kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku kesên ku navê Ciwanên Şoreşger li xwe kirine û bi ser PYDê ve ne, êrîş birin ser navenda Partiya Demokrata Kurdirstana Sûriyê (PDK-S) û ligel slogan û nivîsan logo û ala Kurdistanê bi boyaxê reş kirin.
Berpirsê Îdarî yê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Mihemed Ismaîl Mihemed Îsmaîl bûyer piştrast kir û ragihand, grûpa bi navê Ciwanên Şoroşger ku nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye, êrîşî avahiya PDK-Sê kirine û logoya partiyê û Alên Kurdistanê yên li ser dîwar boyax kirine.
Îsmaîl Mihemed ji Rûdawê re ragihandiye ku roja Şemiyê 15ê Tebaxa 2020an Ciwanên Şoreşger li Qamişlo avêtine ser navenda wan, avahiya wan şewitandin.
Mihemed Îsmaîl eşkere kir, ku ew grûp logoya wê partiyê û Ala Kurdistanê jî li ser dîwarê navendê boyax kirin û siloganên PKKê li ser derî û dîwarê wê nivîsandin.
Îsmaîl derbarê van kiryaran de hişyarî da û got, dê ziyanê bigihîne diyaloga Kurdî- Kurdî û bandorê jî li ser atmosfera erênî jî çêbike.
Endamê Rêveberiya ENKSê wiha axivî: “Bi rastî wan bixwe gotiye em PKK ne. Avahiya partiyê şewitandine û sloganên PKKê nivîsandine. Ev dê bandoreke xirab li ser danûstandinan bike. Armanca wan ew e ku civaka Kurdî rehet nebe û ti hêviyan yekîtiyê nemîne. Ev yek berî her tişt li dijî destpêxşerêya Mazlûm Ebdî bixwe ye û dixwazin bibêjin Mazlûm Ebdî nikare tiştekê bike. Ti Kurdek nikare bibêje ev tişteke baş e.”
Berpirsê Ragihandinê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mistefa Balî jî li ser bûyerê gotiye, çend kesên bê serûber in êrîşî navnda PDK-Sê li Qamişlo kirin, karekî nezan kirine û ew wan şermezar dikin.
Mistefa Balî da zanîn, ev kiryar têkderane ye û navê Rêveberiya Xweser xirab dike û wê hesabê encamderên wê bê kirin.
Balî got ku ev kiryar ti başiyê li hemerengiya Rojavayê Kurdistanê nake.
Li aliyê din îro Yekşemê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek belav kiriye û berpirsiyariya xwe bi wê êrîşê red kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Di dema pîrozbahiya li Qamişloyê de, ji aliyê hindek kesên nenas ve ku xwestin vê îlankirina pêngava me di bin siyê de bihêlin, li ser deriyê buroya partiya PDKS’ê hindek nivîs hatine nivîsandin. Em vê yekê wek provokasyon dinirxînin û li dijî yekitiya gelê Kurd e. Em hemû aliyan vedixwînin hişyarbûna li dijî bûyerên wiha provokatîf. Em daxwaz dikin ku bûyerên wiha bi tevgera me ve neyên girêdan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin