Hewlêr | Encamên DNA yên kesa di êrîsa Îranê de hatibû kustin eskere bûn
PeyamaKurd – Di êrîşa moşekên balîstîkî ya Îranê de ku 15ê Çileyê bi ser Hewlêrê de hatibû encamdan de, pênc moşek li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketibûn û Dizeyî tevî keça xwe ya 3ê salî, xizmetkara malê û karsazekî mêvanê xwe hatibûn şehîdkirin. Lê belê termê xizmetkarê nehatibû dîtin.
Encamên DNAyê derxist holê ku parçeyên mirovan ên ku li mala Pêşrew Dizeyî hatibûn dîtin ên Mîşela dadika Jîneyê ne.
Lijneya lêkolînê 23ê Çileyê ragihandibû ku çarenivîsa Mîşela ji Fîlîpînê ne diyar e. Konsulê Fexrî yê Fîlîpînê Felah Enwer Kelhûrî îro 14ê Adarê eşkere kir ku doh lêkolînên li ser wan parçeyên mirovan temam bûne û di encama pişkinîna DNAyê de derketiye holê ku ew parçe yên Mîşelê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin