Hewlêr û Bexdayê li ser mûçe û bacê li hev kir: Xalên lihevkirinê eskere bûn

09 September 2024 16:24 0 dîtin
Hewlêr û Bexdayê li ser mûçe û bacê li hev kir: Xalên lihevkirinê eskere bûn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şandên bilind ên Encûmena Aborî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê piştî civînên du rojan ên li Hewlêrê ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe û çend mijarên din li hev kirin.

Encûmenên wezarî yên Aborî yên Iraq û Herêma Kurdistanê 2 roj in li Hewlêrê dicivin.

Hate zanîn ku her du alî li ser çend mijaran gihîştine rêkeftinekê û li ser çend mijarên din jî têgihiştinek baş çêbûye.

Mijaran li ser lihevkirin çêbûye ev in:

1- Komapaniya divê tenê bacê bidin hikûmetekê, yan Hikûmeta Iraqê yan jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

2- Ji bo çareserkirina kêşeyên veberhênanê yên herdu aliyan, şandeke Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hefteya bê serdana Bexdayê bike.

3- Pirsgirêka mûçeyan tê çareserkirin û di vê çarçoveyê de, lîsteya mûçeyên meha Tebaxê îro yan sibe ji Bexdayê re tê şandin.

4- Avakirina komîteyeke hevbeş ji bo rakirina xalên gumrikê di navbera bajarên Herêma Kurdistanê û bajarên Iraqê de.

Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Derve yê Iraqê û Serokê Encûmena Wezarî ya Aborî ya Iraqê Fuad Husên îro 9î Îlonê ragihandibû, civînên wan ligel Encûmena Aborî ya Herêma Kurdistanê gelek baş in û têgihîştina wan a gelek baş li ser çareserkirina arîşeyên hilawistî heye.

Fuad Husên got, civînên her du encûmenan dê piraniya pirsgirêkên darayî û aborî yên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de çareser bikin ku di civînan de, pirsên mûçe, bûdce, gumrik, pêwendiyên bazirganî yên dualî, tomarkirina kompanyayan, veberhênan û çend mijarên din hatine gotûbêjkirin.