Hewlêr | Dije Terora Kurdistanê li ser teqîna îro ya otomobîlekê daxuyanî da

06 June 2022 17:50 0 dîtin
Hewlêr | Dije Terora Kurdistanê li ser teqîna îro ya otomobîlekê daxuyanî da

PeyamaKurd - Dezgeha Dije Terorê ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê êşkere kir, li Hewlêrê li nêzîkî Baregeha Partiya Sazimana Xebatê ya Îranê  bombeyek di otomobîlekê de hatiye teqandin û kesek birîndar bûye.

Dije Terora kurdistanê diyar kir, li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îro 6ê Hezîrana 2022yan beriya nîvro, di encama teqîna bombeyeke barkirî ya bi otomobîlekê de li bajarê Hewlêrê li nêzîkî Baregeha Partiya Sazimana Xebatê ya Îranê, kesek birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Kesê birîndar şofêrê otomobîlê bû û navê wî Ekber Sefer Elmas e û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye, di sala 1973an de jidayîk bûye û endamê Partiya Sazimana Xebatê ya Îranê ye.”

Herwiha Dije Terora Kurdistanê eşkere kir ku lêkolînên dezgehên ewlehiyê derbarê vê bûyerê de berdewam dikin.