Hewlêr | Kujerê 2 mamosteyan bi du caran cezayê îdamê hat mehkûmkirin
PeyamaKurd - Dadgeha Cezayên Giran a Hewlêrê, cezayê girankirî yê îdamê da kujerê du mamosteyên Zanîngeha Selahedînê Dr. Kawan Îsmaîl Gerdî û Mamostayê Koleja Endazyarî ya Zanîngeha Selahedîn Dr. Îdrîs Izet Hemexan.
Ciwanê bi kinenavê E.M.Q 22yê li Kolêja Yasayê ya Zanîngeha Selaheddîn a Hewlêrê gule berdabû dekanê kolêjê Dr. Kawan Îsmaîl Gerdî û piştre jî çûbû mala Mamostayê Koleja Endazyarî ya zanîngeha Selahedîn Dr. Îdrîs Izet Hemexan û herdu mamoste jî kuştibûn.
Di danişîna doza li ser bûyerê de ku îro li Dadgeha Cezayê Giran a Hewlêrê hat dîtin ji bo kujerê herdu mamosteyan biryara du caran cezayê bidarvekirinê hate dayîn.
Hêjayî gotinê ye, înfazkirina biryara îdamê li ser îmzeya Serokê Herêma Kurdistanê pêk tê ku heta niha ti biryareke wiha nehatiye bicihanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin