Ji bo kujerê Serokê Saredariya Kerbelayê cezayê îdamê hat dayîn
PeyamaKurd - Dadgeha Tawanan a Parêzgeha Kerbela ya Iraqê, cezayê îdamê bi ser kujerê Serokê Şaredariya Kerbelayê de sepand.
Dadgeha Tawanên Kerbelayê îro Yekşemê cezayê îdamê yê heta mirinê da kujerê Serokê Şaredariya Kerbelayê Ebir Xefacî.
Serokê Şaredariya Kerbelayê Ebîr Xefacî roja 10.08.2021ê di dema serperiştiya helmeteke jinavbirina mulkê dewletê ji aliyê hemwelatiyekî ve bi çend guleyan hatibû birîndar kirin û piştre jî can dabû.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî kuştina Serokê Şaredariya Kerbelayê Ebîr Xefacî serdana Kerbelayê kiribû û kujerê Xefacî dîtibû û daxwaz ji dadgehê kiribû cezayê herî tund bo wî bê sepandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin