Ji bo gumanbarê 23 kes kustibû 90 caran cezayê muebetê hat dayîn

08 July 2023 10:59 0 dîtin
Ji bo gumanbarê 23 kes kustibû 90 caran cezayê muebetê hat dayîn

PeyamaKurd Patrick Crusius ê ku 23 kesên bi eslê xwe Amerîkaya Latîn di gulebaranê de li supermarketek li eyaleta Teksasê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) qetil kir, 90 cezayê muebetê lê hat birîn.

Cezayê çekdarê bi navê Patrick Crusius ku 3ê Tebaxa 2019an li Amerîkayê di encama êrîşeke çekdarî de 23 kesên bi eslê xwe Amerîkaya Latîn kuştibû, îro eşkere bû.

Crusius ê ku derxistin pêşberî dadger, ji ber 90 sûcdariyên ku 45 ji wan sûcên nefretê bûn, 90 cezayê muebetê lê hat birîn. Dadger herwiha biryar da ku kujer bişînin girtîgeha eyaleta Koloradoyê û li wir tedawiya derûnî werbigire.

Ji aliyê din ve hat zanîn ku dozgerên eyaleta Teksasê hewl dane ku êrîşkar Patrîk Crusîus bi cezayê darvekirinê bidarizînin, lê heta niha dîrokek zelal ji bo dozê nehatiye diyarkirin.

Patrick Crusius di êrîşa çekdarî ya li ser supermarketek li bajarê El Paso ya li ser sînorê Meksîkayê di 3ê Tebaxa 2019an de 23 kes kuştin û 22 kes ji Meksîka û welatên din ên Amerîkaya Latîn birîndar kirin.