Heyeta karsazan ya Amerîkayê seredana Herêma Kurdistanê dike

13 June 2023 01:11 0 dîtin
Heyeta karsazan ya Amerîkayê seredana Herêma Kurdistanê dike

PeyamaKurd – Heyetekî ji karsazên Amerîkayê ya di asta bilind de ji bo 3 rojan seredana Herêma Kurdistanê dike. Wê heyeta Amerîkayê li ser sektora çandiniyê û yên dinan de ji bo veberhênanê hevdîtinan bikin. Dîplomatekî ji balyozxana Hewlêrê ya Amerîkayê mijara seredana heyeta Amerîkayê ji bo K24 ê ragihandiye.

Heyet dixwaze asta bazirganiya navbera Kurdistanê û Amerîkayê zêde bike, bi rêvebiriya Kurdistanê re hevdîtin bike û bi şîrketên karsazên Kurdistanê re hevdîtinan bike. Dîplomat gotiye ku peyama seredana herêma Kurdistanê ew e ku herêma Kurdistanê di warê teknolojiyê, çandinî, afirandina sehayên îstîhdamê de ciyekî başe, ji bo zêdekirina dahatên cur bi cûr de reformên ku hukumeta Kurdistanê kiriye destek dikin.

Rêvebirê Amerîkî gotiye ku koordinasyona di seha enerjiya ku dikare xwe nûh bike, di sektora enerjiya rojê de, şîrketên Amerîka û Kurdistanê xebatên xwe dewam dikin. Heyeta Amerîkayê wê seredana bajarê Silêmaniyê jî bikin.