Heyeta Kurdistanê bi serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Heyeta Kurdistanê ku seredana Bexdayê kir, seredana serokkomarê Iraqê ya Latif Reşîd kir û di hevdîtinê de hat ragihandin ku muzakereyên navbera Bexda û Kurdistanê di çarçoveya destûrê de divê çareser bibin.
Serokkomariya Iraqê li ser hevdîtinê daxwuyanî da û got ku her dû teref li ser rewşa siyasî ya Bexdayê û li ser pirsgirêkên navbera Kurdistan û Bexdayê yên ku çareser nebûne axifîne. Raşîd ragihandiye çarseriyeka ku ji bo xelkê Iraqê bike, heya bê dîtin divê muzakere dewam bikin û çare bên dîtin.
Heyeta Kurdistanê her weha di seredana xwe de bi wezîrê petrolê yê Iraqê re bi Hayyan Abdulgani re civiya. Di hevdîtinê de li ser têkiliya navbera wezareta petrolê ya Iraqê û ya Herêma Kurdistanê û koordînasyonê axifîne û her weha divê ji bo pirsgirêkên her dû terefan di çarçoveya destûrê de çare bên dîtin.
Heyeta Kurdistanê 3 roje ku li Bexdayê di mijara budçê û petrolê de hevdîtinan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin