Hêzeke Artêsa Rejîma Sûriyê gihîst Rûsyayê

02 April 2022 13:59 0 dîtin
Hêzeke Artêsa Rejîma Sûriyê gihîst Rûsyayê

PeyamaKurd Hêzeke Artêşa Rejîma Sûriyê, ji bo hevkariyê bi Artêşa Rûsyayê li dijî Ukrayna re bike, gihîşt Rûsyayê.

Li gor rojnameya New York Timesê ji zimanê dîplomatekî diyar kir, ew hêz ji 100 leşkerên artêşa Rejîma Sûriyê pêk tê ku berê li Sûriyê li gel hêzên Rûsyayê kar kirine.

Hat zanîn, hêza Rejîma Sûriyê ya gihîştiye Rûsyayê, piştî wergirtina perwerdeya taybet, ji bo şer bike li dijî artêşa Ukraynayê wê ji Ukrayna re bên şandin.

Herwiha heman rojnameyê destnîşan kiriye, bi hezaran leşkerên Rejîma Sûriyê amadebûna xwe ragihandine ku biçin Ukrayna û şer di berjewendiyên artêşa Rûsyayê de bikin.