Emîrekî DAISê di operasyoneke artêsa rejîma Sûriyê de hat hustin

11 August 2022 11:31 0 dîtin
Emîrekî DAISê di operasyoneke artêsa rejîma Sûriyê de hat hustin

PeyamaKurd – Emîrekî DAIŞê di operasyoneke artêşa rejîma Sûriyê de li parêzgeha Deraa ya li başûrê rojavayê welat de hat kuştin.

Li gor ajansa fermî ya Sûriyê SANA diyar kir, artêşa rejîma Sûriyê li bajarokê Udwan li rojavayê parêzgeha Deraayê li başûrê Sûriye operasyoneke ewlehiyê pêk anî û di nav malekê de Ebû Salim el-Iraqî ku emîrekî DAIŞê ye dorpêç kirin, lewra el-Iraqî bi kemereke bombekirî xwe teqand û xwe kuşt.

Herwiha medyaya rejîma Sûriyê eşkere kir, di operasyonê de endamekî hêzên ewlehiyê û kesekî sivîl hat kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî destnîşan kiriye, emîrê DAIŞê Ebû Salim el-Iraqî li Deraayê hatiye kuştin.

Herwiha li gor çavkaniyên opozisyona Sûriyê jî, roja 9ê Tebaxê li bajarokê Udwan li rojavayê parêzgeha Deraayê çekdarên xwecihî Ebû Salim el-Iraqî di nav malekê de dorpêç kirine û paşê wî bi kemereke bombekirî xwe teqandiye.

Fermandarekî berê yê Artêşa Azad li Deraayê da zanîn, Ebû Salim el-Iraqî mîrê DAIŞê bû li başûrê Sûriye, ku hejmareke fermandarên Artêşa Azad di demên dawî de bi destê wî hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye, Ebû Salim el-Iraqî duyemîn serkirdeyê DAIŞê ye ku ji mehekê kêmtir de li Sûriyê hatine kuştin.