Artêsa Iraqê operasyoneke nû li dijî DAISê da destpêkirin

26 July 2020 14:44 0 dîtin
Artêsa Iraqê operasyoneke nû li dijî DAISê da destpêkirin

PeyamaKurd – Artêşa Iraqê li hember çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li bakurê rojhilatê Bexdayê operasyonek da destpêkirin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Artêşa Iraqê ragihand, îro 26ê Tîrmehê danê sibehê ji sê milan ve, operasyonek li dijî DAIŞê li nav sînorê parêzgeha Diyale destpê kiriye.

Hat ragihandin ku operasyon bi navê qonaxa sêyem a ‘Pehlewanên Iraqê’ birêve diçe û li dijî şaneyên terorîstên DAIŞê tê kirin ku DAIŞê li wan herêman çalakiyê terorîstî encam didan.