Artêsa Iraqê li dijî DAISê operasyoneke nû da destpêkirin

24 September 2020 20:27 0 dîtin
Artêsa Iraqê li dijî DAISê operasyoneke nû da destpêkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Iraqê li dijî şaneyên razayî yên li sînorê Kerkûk, Selahadîn û Diyaleyê operasyoneke nû da destpêkirin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariya Artêşa Iraqê ragihand, îro Pêncşemê operasyoneke leşkerî li sînorê Kerkûk, Selahedîn û Diyalayê li dijî şaneyên DAIŞê bi serpereştiya Fermandariya Operasyonên Hevbeşli herêma di navbera Wadî Zixêtûn û rêzeçiyayên Hemrînê hatiye destpêkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyonê de, wê lêgerîn li ser pira Qûrî El-Şay heta pira Serhe were kirin.