Artêsa Iraqê operasyoneke mezin li dijî DAISê da destpêkirin...

17 May 2020 13:24 0 dîtin
Artêsa Iraqê operasyoneke mezin li dijî DAISê da destpêkirin...

PeyamaKurd - Artêşa Iraqê li 3 parêzgehan operasyoneke mezin a leşkerî li dijî rêxistina terorîst DAIŞê da destpêkirin.

Hat ragihandin ku operasyon îro 17ê Gulanê beyaniyê bi navê ‘Usud Cezîre - Şêrên Cezîre’ ji aliyê fermandariya operasyonên Selahedîn û Cezîre ya artêşa Iraqê ve hatiye destpêkirin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê ragihand ku operasyon ji bo kontrola çolên Cezîre yên li bakurê parêzgeha Enbar û başûrê parêzgeha Nînowa û rojavayê parêzgeha Selahedînê û li pey ketina çekdarên DAIŞê hatiye destpêkirin.

Şaneya Ragihandiyê diyar kiriye ku operasyon deverên Wadî Sersar, Senîsle, Çiyayê Menayf, Sihul Rawe, Şeibanî, Terîfawî, Wadî Ecîc û Girên Teyarat li xwe digire.