Li Iraqê operasyoneke mezin dijî DAISê hat destpêkirin
Peyamakurd - Hat ragihandin ku hêzên Artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî li parêzgeha Enbarê operasyoneke mezin li dijî DAIŞê dan destpêkirin.
Li gor daxuyaniyeke Heşda Şeibî, operasyon bi armanca jinavbirina pêgeh û stargehên DAIŞê yên li ser sînorê Iraq-Sûriyê û girava Sersar a li parêzgeha Enbarê hatiye destpêkirin.
Di ragihandina Heşda Şeibî de hatiye diyarkirin ku qada operasyona hevbeş navçeyên başûrê qezaya Hezer heta girava Sersar û ser sînorê Sûriyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin