Hêzên ewlehiyê yên Tirkî 26 kes ji endam û rêveberên HDPê desteser kirin
PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Tirkî li Şirnex û Stenbolê, îro bi tohmeta têkiliya wan bi terorê û PKKê re heye, 26 kes ji endam û rêveberên HDPê desteser kirin.
Li gor zanyariyan, li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê polîsan girtin ser hejmarek navnîşanan û di encamê de, rojnamevan û rêveberên HDPê jî di nav de, 20 kes desteser kirin. Hevserokê Komeleya Piştgiriya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) Esin Çelik û 9 endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nava kesên desteserkirî de ne.
Endam û Rêveberên HDPê ku hatine desteserkirin: Endamê Navenda HDPê Çiçek Ariç, rêveberên rêxistina navçeya Esenyurtê ya HDPê Çayan Yilmaz, Murat Turgut, Taner Karataş, Metin Burukanli, Abdullah Arinan, Kiyasattin Kurt û Selami Yaman.
Herwiha li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê jî 6 kes bi îdîaya endamtiya PKKê hatin desteserkirin û li Stenbolê derbarê 22 kesan de bi îdîaya endamtiya YPGê biryara desteserkirinê hat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin