Hêzên polîsê Iraqê konên xwepêsanderan sewitandin
PeyamaKurd - Hêzên ewlehiyê yên Iraqê konên xwepêşanderên li bajarê Besrayê şewitandin.
Xwepêşenderên li Besrayê li ser medya civakî belav kirine ku hêzeke ewlehiya Iraqê ya destwerdana aloziyan ku bi ser rêveberiya polîsê Besrayê ve ye, konên ku xwepêşanderan li qada Behirye ya navenda bajar danîbûn şewitandine.
Herwiha hatiye diyarkirin ku hêzên ewlehiyê bi gaza rondikrêj xwepêşanderên nav wan konan derxistine.
Li gorî çavkaniyan, şewitandina konên xwepêşanderan bi fermana parêzgerê Besrayê Eid Îdanî pêk hatiye.
Xwepêşanderên Iraqê ji Cotmeha 2019an ve dest bi xwepêşandan kirine ku daxwaza mafên xizmetguzariyê dikin ku di serî de jî ava vexwainê, elektrîk û peydekirina kar ji bo kesên bêkar dixwazin.
Di heyama salekê de, hikûmeta Iraqê neçar ma îstifa bike û hikûmeteke nû were avakirin û herwiha gelek xwepêşander jî ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin û birîndarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin