Hêzên rejîma Îranê du birayên Kurd revandin

20 October 2022 13:29 0 dîtin
Hêzên rejîma Îranê du birayên Kurd revandin

PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê, li bajarê Refsencanê du bira revandin.

Navenda mafên mirova ya Hengawê diyar kir, du birayên Kurd ku xelkê bajarê Seqizê ne, li bajarê Refsencan ya Îranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine revandin.

Herwiha hat zanîn, her du birayên bi navên Arwîn û Rajîn Qadirî, li bajarê Refsencanê ji aliyê hêzên îtlaatê ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.