Hêzên rejîma Îranê li Tehranê 3 bazirganên Kurd kustin

01 August 2021 11:03 0 dîtin
Hêzên rejîma Îranê li Tehranê 3 bazirganên Kurd kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên rejîma Îranê 3 kasibkarên (bazirgan-esnaf) bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên rasterast li Tehranê kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê daye xuyakirin, hêzên çekdar ên Îranê şeva borî li bajarê Tehranê gule li hejmarek otomobîlên baran ên kasibkarên bajarê Seqizê reşandin.

Hengawê diyar kir, di encama wê êrîşê de, 3 kasibkarên ku di otomobîlekê de bûn hatin kuştin.

Li gor zanyariyên rêxistina Hengawê, navê yek ji wan kesên hatine kuştin Rizgar Huseynî ye û navê yekî din jî Ehmed e.