Rejîma Îranê, li Tehranê rojnamegereke îtalî girtiye
PeyamaKurd – Rejîma Îranê, rojnamegera îtalî, Cecilia Sala li Tehrana paytext girtiye.
Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê îro (27.12.2024) ragihand ku rojnamegera îtalî, Cecilia Sala ku li Îranê weşana xwe dikir, roja 19ê kanûnê ji aliyê polîsên Tehranê ve hatiye girtin.
Cecilia Sala (29) li Romayê ji dayik bûye, peyamnêra rojnameya îtalî, Il Foglio ye û weşaneke xwe ya podcastê xwe jî heye.
Wezareta Karûbarên Derve ya Îtalyayê ragihand ku Balyozxane û Konsulxaneya Îtalyayê ya li Tehranê bi fermana Wezîrê Karê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani pêvajoyê dişopînin.
Wezareta Karûbarên Derve yên Îtalyayê bi hemahengî li gel ofîsa serokwezîr Giorgia Meloni ragihandiye ku ew bi rayedarên Îranê re ji bo zelalkirina rewşa qanûnî û şert û mercên girtina rojnamevan Sala di nava danûstandinê de ne.
Her weha hat zanîn ku Balyoza Îtalyayê ya li Tehranê, Paola Amadeiyê ji bo piştrastkirina şert û mercên girtinê, serdana wê rojnamegera îtalî kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin