Hêzên rûsî ji bo li Hesekê bicih bibin ketin tevgerê

10 January 2021 12:16 0 dîtin
Hêzên rûsî ji bo li Hesekê bicih bibin ketin tevgerê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên rûsî ji bo li bajaroka Dêrikê ya parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bicih bibin ketine nav liv û tevgerê.

Li gorî nûçeya Shafaq News ku dispêre çavkaniyên herêmê, artêşa rûsî karwaneke ji 7 wesayîtan pêk dihat bi çavdêriya 4 helîkopteran ji baregeha xwe ya Qamişloyê bi rê kir û ber bi bajaroka Derikê ve ketine rê.

Hat diyarkirin ku hêzên rûsî li nêzîkî pireya Roma ya dîrokî ku dikeve ser sînorên Sûriye-Tirkiyê hatiye bicihkirin ku biryar e ji wir îro ber bi Dêrikê ve bikeve rê.

Hêjayî gotinê ye, di navbera Tirkiye û Rûsyayê de 22yê Cotmeha 2019an rêkeftina Soçiyê hatibû îmzekirin ku ji bo dûrxistina hêzên YPG/HSDê dewriyeyên hevbeş têne kirin.