Hêzên Rûsyayê li Eyn Îsayê baregeheke din a leskerî ava kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Rûsyayê li bajaroka Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê ku di bin êrîş û topbarana artêşa Tirkiye û komên çekdar de ye, baregeheke din a leşkerî ava kir.
Rûsyayê beriya niha çend caran daxwaz ji HSDê kiribû ji bo jiholêrakirina gef û êrîşên Tirkiyê, Eyn Îsayê radestî wan û rejîma Esed bike, lê heta niha HSDê ew yek qebûl nekiriye.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku hêzên rûsî li başûrê Eyn Îsayê baregeheke leşkerî ava kirine û doh 24ê Kanûnê karwaneke leşkerî ya lojîstîkî ku ji 22 bargihlgiran pêk dihat derbasî wê baregehê kirine.
Li aliyê din li gorî çavkaniyên herêmê, şer û pevçûnê navbera komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve û HSDê de jî car din dest pê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin