Hikûmeta Fransayê ‘Gurebozên Tirk’ bi fermî qedexe kir

04 November 2020 21:44 0 dîtin
Hikûmeta Fransayê ‘Gurebozên Tirk’ bi fermî qedexe kir

PeyamaKurd – Pêşniyara Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin a ji bo qedexekirina komele û tevgera Gurebozên Tirk ên nijadperestên tundrew ji aliyê encûmena wezîrên Fransayê ve hat pesendkirin.

Roja Yekşemê piştî êrîşa nijadperestên tirk bi ser çalakiya bîranîna komkujiya Ermenan de, Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin, ragihandibû ku ew dê  tevgera Gurebozên Tirk li Fransayê qedexe bikin.

Pêşniyara Darmanin ku li ser serlêdana berpirsên komeleyên Ermenan bo encûmena wezîran hat pêşkeşkirin, hat qebûlkirin û Gurebozên Tirk li Fransayê bi fermî hatin qedexekirin.