Pistî Fransayê Parlamena Alman jî ‘Gurebozên Tirk’ bi fermî qedexe kir

19 November 2020 16:46 0 dîtin
Pistî Fransayê Parlamena Alman jî ‘Gurebozên Tirk’ bi fermî qedexe kir

PeyamaKurd – Piştî Fransayê Almanyayê xebatên tevgera Gurebozên Tirk ên nijadperest qedexe kir.

Parlamena Federal a Almanyayê, şeva borî pêşniyaza qedexekirina Tevgera Gurên Boz pesend kir. Daxwaza qedexekirina wê tevgerê ji aliyê Partiya Çep ve û bi piştevaniya partiyên hempeymanên hikûmeta federalî, bi rêya pêşniyazqanûnekê bo parlamenê hatibû pêşkêşkirin.

Li Almanyayê bi qasî 11 hezar endamên Tevgera Gurebozên Tirk hene ku nêzîkî deshilatdariya Tirkiyê ya AKP û MHPê ne.

Tevgera Gurebozan xwe di bin sîwana Federasyona Komeleyên Tirk ên Neteweperestên Demokratîk ên Almanya (ADUTDF) û Yekîtiya Çanda Îslamî ya Tirk ên Ewropa (ATÎB) de, xwe bi rêxistin kirine.

Pêşî Fransayê piştî bûyerên kuştin û tundrewiyê yên li Ewropayê Tevgera Gurên Boz qedexe kir ku Almanya dibe welatê duyem li Ewropayê vê tevgerê qedexe dike.