Pistî Fransayê Almanya jî ji bo qedexekirina Gurebozên Tirk ket tevgerê

06 November 2020 21:18 0 dîtin
Pistî Fransayê Almanya jî ji bo qedexekirina Gurebozên Tirk ket tevgerê

PeyamaKurd - Piştî ku li Fransayê bi awayekî fermî biryara qedexekirina komele û tevgerên Gurebozên Tirk hat wergirtin, partiyên opozîsyona Almanyayê jî banga qedexekirina Tevgera Gurên Boz kirin.

Parlamenterên opozîsyonê ji hikumeta Alman xwestin ku li dijî wê rêxistinbûnê bikeve tevgere û wekî Fransayê ew jî qedexeyê deynin ser kar û xebatên wan.

Tevgera Gurebozên Tirk, hefteya borî bi pankartên nijadperestî çalakî êrîş peykerê tevkujiya Ermenan li Fransayê kiribûn û navê Erdogan (RTE) li ser avahiyên Ermenan û peyker daliqandibûn.

Piştî wê çalakiya nijadperestî li ser daxwaza berpirsên komeleyên Ermenan hikûmeta Fransayê biryara qedexekirina Gurebozên Tirk derxistibû.