Li Almanyayê wê daxwaza qedexekirina ‘Gurebozên Tirk’ pêskesî parlamenê bê kirin
PeyamaKurd – Piştî ku li Fransayê komeleyên Gurebozên Tirk ên nijadperest bi biryara hikûmetê hatin qedexekirin, li Almanyayê jî hewldanên bo qedexekirin û girtina wan komeleyên nêzîkî deshilatdariya Tirkiyê berdewam dikin.
Partiyên opozîsyona Almanyayê ku piraniya şirîkên hikûmeta federalî ya Almanyayê jî piştevaniyê didin wan amadekariya pêşkeşkirina projeyasaya qedexekirina Gurebozên Tirk bo parlamenê dikin.
Li gorî nûçeya ajansa DW ya Almanî partiyên Yekgirtina Xrîstiyan û Sosyal Demokrat ên şirîkên hikûmeta Alman û Partiya Keskan û Partiya Çep jî di nav de piştevaniyê didin qedexekirina Gurebozên Tirk.
Hat ragihandin ku amadekariyên pêşniyarqanûnê dest pê kirine û çavkaniyên ji partiyên Yekgirtina Xirîstiyan Demokrat (CDU) ragihandine ku wê Pênceşema hefteya bê pêşniyara qedexikirina Gurebozên Tirk bo parlamena federalî were pêşkeşkirin.
Tevgera Gurebozên Tirk li seranserê Ewropayê wekî gefekê li dijî sîstema demokrasiyê û azadiyan tê dîtin ku beriya niha li dijî Ermenan û saziyên tevkujiya ermen çalakiyên nijadperestî pêk anîbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin