Almanyayê ji bo êrîsa Zaxoyê daxwaza lêkolîneke bilez kir
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Almanyayê topbarana havîngeha gundê Perexê yê li Zaxoyê şermezar kir û daxwaza lêkolîneke bilez ji bo wê êrîşê kir.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Almanya de, hat xwestin ku lêkolîneke bilez ji bo êrîşa doh 20ê Tîrmehê ya li ser gundê Perexê yê Zaxoyê kir û diyar kir: “Êrîşkirina li ser welatiyên sivîl, bi ti awayî nayê qebûlkirin û parastina welatiyan di her şert û mercî de divê bibe karekî pêşîne.”
Wezareta Alman herwiha destnîşan kir ku divê aliyên ew êrîş kirine werin eşkere kirin.
Di topbarana Tirkiyê ser gundê Perexê yê Zaxoyê de, 9 geştiyarên iraqî hatibûn kuştin û bi dehan jî birîndar bûbûn ku îro bi merasîmekê cenazeyên wan bo Bexdayê hatin veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin