Hikûmeta Iraqê ev sê meh in mûçeyê karmendên bendavên Kurdistanê nedaye
PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê ev sê meh in, mûçeyê karmendên bendavên Herêma Kurdistanê nedaye.
Li gor Berpirsê Giştî yê Bendav û Depoyên Avê li Herêma Kurdistanê Ekrem Ehmed diyar kir, ev sê meh in Hikûmeta Iraqê bi behaneyên cur bi cur, mûçeyê karmendên wan nedaye.
Herwiha Ekrem Ehmed destnîşan kir, yek ji sebebên wê, qaşo hîn Bexda û Hikûmeta Kurdistanê li ser mûçe û budçeya Kurdistanê negihîştine rêkeftinê. Hikûmeta Iraqê beriya niha du mûçe di carekê de da karmendên xwe. Divê mûçeyê me jî bide, lê heta niha nedaye. Em qebûl nakin mûçeyê me bibe qurbana nakokiyên siyasî.
Revebiriya Giştî ya Bendav û Depoyên Avê li Herêma Kurdistanê, ji sala 2017an ve, yekser bi Bexdayê ve hatiye girêdan û mûçeyê wan ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve tê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin