''Hikûmeta Kurdistanê dê bi dahata di destê xwe de mûçeyên karmendên xwe bide''

13 January 2021 14:31 0 dîtin
''Hikûmeta Kurdistanê dê bi dahata di destê xwe de mûçeyên karmendên xwe bide''

PeyamaKurd –  Derbarê mûçeyan de, berpirsekî Hikûmeta Kurdistanê diyar kir, Serokwezîr Mersûr Barzanî ji berpirsên Hikûmetê re gotiye êdî em li benda Bexdayê namînin û em ê bi xwe budçeya xwe amade bikin û mûçeyê karmendên xwe bidin.

Li gor Alîkarê Serokê Hikûmeta Kurdistanê yê di Karûbarên Darayî de Rêbaz Hemlan, li ser çaksazî û amadekirina budçe û mûçeyê karmendên Kurdistanê ji K24 re axiviye û agahiyên girîng daye.

Rêbaz Hemlan li ser mûçe û budçeya Kurdistanê daye zanîn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji wezîr û berpirsên Hikûmetê re got, êdî nabe em li benda Bexdayê bimînin ka dê budçe bide yan na. Em ê bi wê dahata ku di destê me de heye, budçeya xwe amade bikin û mûçeyê karmendên xwe bidin. Eger Bexdayê jî pişka Kurdistanê da, wê çaxê dê bibe piştevaniyek mezin bo Kurdistanê.

Alîkarê Serokê Hikûmetê, behsa çaksazî di hemû waran de bi taybet di sektora petrolê de jî kiriye û diyar kiriye, bi fermana Serokê Hikûmetê, Hikûmet tê biçûkkirin û çaksaziya herî mezin û girîng jî di sektora petrolê de tê kirin. Dê tevahiya rêkeftinên firotina petrolê li ber çavan re bên derbaskirin û şêwaza firotina petrolê jî dê were guhertin.