Telet: Mûçeyê du tabûrên Pêsmerge wê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve were dayîn

27 December 2021 11:02 0 dîtin
Telet: Mûçeyê du tabûrên Pêsmerge wê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve were dayîn

PeyamaKurd – Nûnerê wezaretên Pêşmerge û Navxwe yên Kurdistanê di fermandehiya hêza hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê de diyar kir, mûçeyê du tabûrên Pêşmerge, wê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve were dayîn.

Li gor nûnerê wezaretên Pêşmerge û Navxwe di fermandehiya hêza hevbeş ya Pêşmerge û artêşa Iraqê de, lîwa Ebdulxaliq Telet daye zanîn, ji serê sala nû ve, Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê wê civînên girîng û kirîtîk li dar bixin û li ser operasyonên hevbeş, rêvebirina deverên Kurdistanî û şêwaza rûbirûbûna terorîstên DAIŞê gotûbêj bikin.

Lîwa Ebdulxaliq Telet herwiha eşkere kiriye, mûçeyê wan lîwayên Pêşmerge yên ku di nav hêza hevbeş de cîh digrin, wê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve were dayîn. Tenê mekanîzma dabeşkirina mûçe maye, ew jî wê di demek kurt de were destnîşankirin.

Wî fermandeyê Pêşmerge eşkere kiriye, hemahengiyek baş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye û daye zanîn, destê Pêşmerge vekirî hatiye hiştin ku li her derê metirsiya DAIŞê hebe bi hemahengî ligel artêşa Iraqê dest bi operasyonan bike.