Tabûrên hevbes yên Pêsmerge dê mûçeyên sê mehan bi hev re bistînin

22 February 2021 12:12 0 dîtin
Tabûrên hevbes yên Pêsmerge dê mûçeyên sê mehan bi hev re bistînin

PeyamaKurd –  Wezareta Pêşmerge diyar kir, vê mehê tabûrên hevbeş yên wezaretê, dê sê mûçeyan bi hev re werbigirin.

Li gor berpirsê ofîsa wezîrê Pêşmerge Mîran Bekir daye zanîn, vê mehê dê mûçeyê sê mehan yê tabûrên hevbeş yên Wezareta Pêşmerge bi hev re were dayîn.

Mîran Bekir destnîşan kir, pirsgirêka mûçeyê tabûra 12 ya Wezareta Pêşmerge jî çareser bûye û ew ê jî mûçeyê xwe bêyî ku bê kêmkirin werbigirin.