Hikûmeta Kurdistanê hewl dide derziyên Korona rasterast dabîn bike

18 June 2021 09:59 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê hewl dide derziyên Korona rasterast dabîn bike

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo derziya pêwîst rasterast ji welatiyên Herêma Kurdistanê re dabîn bike, bi kompaniyên derziyê re di gotûbêjan de ye.

Berpirsên tendirustiyê yên Herêma Kurdistanê didin zanîn, her hefte para Herêma Kurdistanê ya derziyê ji Iraqê tê û bi rêya navendên taybet ên lêdana derziyê digihîje welatiyan.

Li gor amaran jî, heta niha zêdetirî 800 hezar kes li Iraqê û 200 hezar kes li Herêma Kurdistanê derziya Koronayê wergirtine.

Di heman demê de amadekarî hatine kirin ku heta dawiya îsal zêdetirî %20 - %30yê welatiyan derziyê werbigrin.

Li Herêma Kurdistanê ku zêdetirî 60 navendên lêdana derziya Koronayê hene, ku welatiyên Herêmê bi rêya wan derziyan werdigrin, Rêveberê Navenda Lêdana Derziyê ya Nexweşxaneya Rizgarî Dr. Herdî Salih destnîşan dike, tenê li cem wan rojane 150 – 200 hemwelatî derziyê werdigrin.

Heta niha tenê %3yê nişteciyên Iraq û Herêma Kurdistanê derziya dijî Koronayê wergirtine, tevî ku amadekarî hatiye kirin ku heta dawiya îsal, zêdetirî %20 - %30yê welatiyan derziyê werbigrin.