"Rêvebiriya Washingtonê hewl dide hikûmeta Netanyahu hilwesîne"

14 March 2024 12:02 0 dîtin
"Rêvebiriya Washingtonê hewl dide hikûmeta Netanyahu hilwesîne"

PeyamaKurd – Rayedarekî payebilind ê Îsraîlî îdia kir ku rêveberiya Biden a li DYAyê hewl dide hikûmeta Benjamin Netanyahu ya li Îsraîlê hilweşîne.

Di rapora Nirxandina Tehdîdê ya ku her sal ji aliyê îstîxbarata Amerîkayê ve tê amadekirin de, hat diyarkirin ku îsal “berdewamiya hikûmeta Netanyahu di bin xetereyê de ye” û dibe ku hikûmeteke nermtir şûna wan bigire. Berpirsekî payebilind ê siyasî yê Îsraîlê ji rojnameya Jerusalem Post re axivî û got:

"Em ji dostên xwe dixwazin ku rejîma terorê ya Hamasê hilweşînin, ne hikûmeta hilbijartî ya Îsraîlê."

Di nirxandina xwe de, çavkaniyeke payebilind got, "Welatiyên Îsraîlê serokwezîr hildibijêrin, ne yên din. Îsraîl ne koloniyeke DYAyê ye; "Ew demokrasiyek e ku hemwelatî hukûmeta xwe hilbijêrin."

Di rapora Nirxandina Gefê de hat gotin, "Dibe ku îhtîmala berdewamiya Netanyahu wek rêber û desthilatdariya wî ya ji partiyên rastgir ên tundrew û ultra-ortodoks ên ku li ser Filistîn û mijarên ewlehiyê polîtîkayên tund dimeşînin, di bin gumanê de be."

Îstîxbarata Amerîkayê di raporê de diyar kir ku beriya şer jî bêbaweriya bi hikûmeta Netanyahu zêde bû, lê piştî 7ê Cotmehê derketiye lûtkeyê.

Di raporê de hat gotin, "Em li bendê ne ku bi daxwaza îstifa wî û hilbijartinên nû xwepêşandan bên lidarxistin. Hikûmeteke cuda, nermtir dibe."

Ji aliyê din ve, rageşiya di navbera Biden û Netanyahu de her ku diçe zêde dibe. Pêncşema borî, Biden mîkrofona xwe hişt û hat bihîstin ku ji bo Netanyahu got, "Were cem Îsa".

Di hevpeyvîna xwe ya bi MSNBC re roja Yekşemê, Biden got ku polîtîkayên Netanyahu zirarê dide Îsraîlê.