Brîtanya pistgiriyê dide hewlên çareseriya Destûrî ya Hikûmeta Kurdistanê

15 June 2020 19:30 0 dîtin
Brîtanya pistgiriyê dide hewlên çareseriya Destûrî ya Hikûmeta Kurdistanê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdiatanê Mesrur Barzanî, îro Duşemê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hickey kir. Balyozê Brîtanî di civînê de da xuyakirin ku welatê wî piştgiriya hewldanên çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr-Bexdayê dike ku di çarçoveya destûra Iraqê de werin çareserkin.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtina ku pêşxistina pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Birîtaniyayê de û mekanîzma çareserkirina arîşeyên di navebera Herêma Kurdistan û Hewlêrê de, hatine gotûbêjkirin.

Mesrur Barzanî di civînê de, ronahî xiste ser pêwendîyên ligel hikumeta federal a Iraqê û got, “Em piştîvanîyê li hikumeta Kazimî dikin ji bo çareserkirina tevaya arîşeyan li ser binemaya destûrê. Her dema birayên me yên li hikumeta federal amade bin bo çareserîya arîşeyên di navbera me de bi awayekî dadperwerane, em jî amade ne serdana Bexdayê bikim.”

Balyozê Birîtaniya li Iraqê, amadehiya welatê xwe nîşan da ji bo hevkarîkirina hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta federal daku bigihin çeareserkirineke bineretî li ser binemaya destûrê.

Stephen Hickey got, “Herêma Kurdistanê bi dost û hevpeymanên xwe dizanin û dixwazin di vê rewşa niha ya dijwar de hevkarîya wan bikin.”