Hikûmetên Kurdistan û Iraqê li ser benzîn û nefta spî li hev kirin

06 September 2021 00:12 0 dîtin
Hikûmetên Kurdistan û Iraqê li ser benzîn û nefta spî li hev kirin

PeyamaKurd - Wezîrê Samanên Sirûştî yên Kurdistanê Dr. Kemal Etroşî ragihand, ew û hikûmeta Iraqê gihîştine rêkeftinê li ser hinartina benzîn û nefta spî ji bo Kurdistanê.

Wezîrê Samanên Sirûştî yên Kurdistanê Kemal Etroşî ji fermangeha medya û zanyarî ya hikûmeta Kurdistanê re daye xuyakirin, tîma wî çavdêrî û kontrola temam li ser proseya derxistina petrolê heye û her tişt bi zelalî pêşde diçe.

Dr. Kemal Etroşî diyar kir, ew geşbîn e ku rewşa sektora petrolê li Herêma Kurdistanê baş û pozîtîf bibe. Helbet tîma wî pêwîstî bi piştevanî û şiyana darayî û bûdçeyeke hêja heye da ku bikaribe berdewam be li ser erkên xwe.

Wezîrê Samanên Sirûştî da zanîn, wan û hikûmeta Iraqê li hev kirine ku rojane yek milyon lître benzîn bo Kurdistanê were şandin, herwiha hikûmeta Iraqê razî bûye ji meha Cotmeha îsal ve nefta spî bide Kurdistanê.