Sanda Kurdistanê îro dê bi wezîrê nefta Iraqê re bicive

06 May 2020 11:22 0 dîtin
Sanda Kurdistanê îro dê bi wezîrê nefta Iraqê re bicive

PeyamaKurd - Şanda Hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê ye û dê îro bi berpirsên Iraqî re dest bi danûstandinê bike.

Şanda hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê hikûmetê, Qubad Talebanî serdana Bexdayê kiribû.

Li gorî zanyariyan şanda Kurdistanê dê îro Çarşemê (06.05.2020) bi wezîrê nefta Iraqê Samir Xezban re, ku cîgirê serokwezîrê Iraqê ye jî, li ser bûdce, neft û gaza Kurdistanê hevdîtinekê bike.

Semîr Hewramî da zanîn, şanda Kurdistanê hefteya borî çend pêşniyar dabûn berpirsên Iraqî, ji ber wê jî tê texmînkirin Bexda îro bersiva wan pêşniyaran bide.

Herwiha Hewramî da xuyakirin ku Herêma Kurdistanê dixwaze rûpeleka nû bi Bexdayê re veke.