Sanda Kurdistanê bi Wezîrên Neft û Elektrîkê yên Iraqê re civiya

19 April 2020 13:55 0 dîtin
Sanda Kurdistanê bi Wezîrên Neft û Elektrîkê yên Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku îro 19ê Nîsanê gihîşt Bexdayê, yekem hevdîtina xwe bi Wezîrê Neftê û Wezîrê Kehrebê yên Iraqê re pêk anî û çend pirsên girêdayî neft û destkeftên darayî guftûgo kir.

Li gorî nûçeya K24ê Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Omêd Sebah ku endamê wê şandê ye ragihand, yekem civîna wan bi Wezîrê Neftê û Wezîrê Kehrebê ye, bi giştî li ser dosyên neft û kehrebê guftûgo tên kirin û hewl didin girîngiyê bidin pêwendiyan.

Sebah got, yek ji dosyayên ku li Bexdayê guftûgo bikin, dosya destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê ye.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris dabû xuyakirin ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civîna bi Wezîrê Neftê yê Iraqê re, bi Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên re dicive.

Şanda Hikûmeta Kurdistanê, ku ji Wezîrê Darayî Awat şêx Cenab, Wezîrê Hikûmetê bo pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê Xalid Şiwanî, Serokê Dîwana Encumena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encumenê Wezîran pêk hatiye, dê bi berpirsên Iraqî re li ser babetên bûdce û nefta Kurdistanê û bandorên vîrusa Koronayê li ser aboriyê gotûbêjan bike.