Hilbijartinên Parlementoya Ewrûpayê roja Pêncsemê destpêdike
PeyamaKurd – Li 27 welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê, li dora 400 milyon hilbijêr wê 4 rojan herin ser sindoqan da rêvebirên Yekîtiyê destnîşan bikin.
Di nav dezgeyên Yekîtiya Ewrûpa de, tenê parlementoya Ewrûpayê raste rast ji aliyê dengdêran ve tê hilbijartin. Parlementer wê di 6-9ê Hezîranê de bên hilbijartin. Di hilbijartinê de wê 720 parlementer bên hilbijartin.
Wê hilbijartin li her welatê endam di rojên cuda de bêkirin. Her welat dê li gor nûfûsa xwe wê parlementeran hilbijêre. Hilbijartina yekem wê li Hollandayê bibe û 6ê Hezîranê de ye. Wê 31 parlementeran bişîne parlementoyê.
Di 7ê Hezîranê de wê li Îrlanda, Çekya û Estonyayê hilbijartin bibe, Îrlanda 14, Çekya 21 û Estonya wê 7 parlementeran bişîne PEyê.
Di 8ê Hezîranê de İtalya, Malta, Slovakya û Letonya hilbijartin bibe. Îtalya 76, Malta 6, Slovakya 15 û Letonya wê 9 parlementer bişîne.
Encama hilbijartinan wê di êvara 9ê Hezîranê de, piştî sindoq bên girtin bê ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin