Hilbijartin - Tirkiye | Erdogan fermana amadekarina protokola fermî ya ligel MHPê da!
PeyamaKurd – Di demeke ku hilbijartinên seroktiya Tirkiyeyê nêzîk dibin de, partiyên opozîsyonê yên maseya 6 partiyan, HDP û tifaqa Cumhur a deshilatdariya AKP-MHPê dest bi amadekariyên xwe yên hilbijartinê kirine.
Her çiqas roja hilbijartinan hîn diyar nebûye jî hemû partî û tifaq pozîsyonên xwe hêdî hêdî diyar dikin. Herî dawî HDPê eşkere kir ku ew dê namzedê xwe yê serokamariyê bi xwe derxin.
Serokomarê Tirkiye û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan ku ligel MHPê ev çend sal in tifaqa hilbijartinê dike jî dest bi amadekariyên hilbijartinê kiriye ku çend roj berê bi Serokê HUDAPARê Zekerya Yapicioglu re civiyabû.
Herî dawî îro Yekşemê medya nêzîkî deshilatê ragihand ku Erdogan ferman daye aliyên pêwendîdar ên partiya xwe ku ji bo tifaqa hilbijartinê ya digel MHPê protokoleke fermî amade bikin ku di hilbijartinên berê de Erdogan ti biryareke wiha dabû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, tifaqa Milet a CHP serkêşiya wê dike û wekî maseya şeşqolî tê naskirin jî piştî civînên zêdetirî salekê dewam kirin, di navbera 6 partiyan de protokoleke bo hilbijartinê hatibû îmze kirin ku ew li ser guhertina sîstema seroktiyê û vegera sîstema parlamentariya xurtkirî bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin