Hilbijartinên Tirkiyê | YSKê saet û qedexeyên roja hilbijartinê eskere kir…

12 March 2023 14:03 0 dîtin
Hilbijartinên Tirkiyê | YSKê saet û qedexeyên roja hilbijartinê eskere kir…

PeyamaKurd - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) piştî diyarbûna roja hilbijartinan wekî 14ê Gulanê, qedexeyên roja hilbijartinê û saetên wê eşkere kir.

YSKê ragihand ku 14ê Gulanê li seranserê Tirkiyê wê li saet 08:00 dengdan dest pê bike û saet 17:00 bidawî bibe.

Biryarên YSKê yên ji bo roja hilbijartinan ku di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hatiye weşandin wiha ne:

- Ji saet 06:00 heta 24:00 firotina alkolê qedexe ye.

- Ji derveyî hêza ewlekariyê divê çek ligel kesî nebe.

- Çayxane, kafeyên înternetê û cihên giştî wê girtî bin. Tenê xwaringeh vekirî bin.

- Roja hilbijartinan piştî saet 18:00 şahiyên zewacê dikarin bên kirin.

- Heta saet 18:00 qedexe ye ku di ragihandinê de li ser hilbijartin û encamên hilbijartinan texmîn û şîrove bên kirin.

- Desteya Hilbijartinan heman rojê dikare di navbera saet 18:00 û 21:00 de girêdayî hilbijartinan nûçe û daxuyaniyan bide. Piştî demjimêr 21:00 jî dê hemû weşan azad bin û Desteya Hilbijartinan dikare demjimêra weşana azad beriya vê saetê jî diyar bike.

Herwiha hatiye diyarkirin ku heger hilbijartina serokomariyê bimîne gera duyem jî wê gera duyem 28ê Gulanê bê kirin û wê dengder heta 360-380 kesan di yek sindoqekê de dengên xwe bikar bînin. Li gundan jî hejmar 400î derbas neke wê bikaribin li ser sindoqekê dengên xwe bidin.

YSKê doh 11ê Adarê jî ragihandibû ku 36 partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê dikarin beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê bibin.