Hisyariya Macron a derbarê pêseroja Ewropayê de

20 January 2023 13:33 0 dîtin
Hisyariya Macron a derbarê pêseroja Ewropayê de

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Macron derbarê paşeroja parzemînê de hişyarî da û diyar kir, Ewropa ji ber aloziya Ukraynayê di nava "krîzeke nedîtî" de ye.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di hevpeyvînekê de ligel rojnameya El Pais ya Spanî got ku modela aborî ya Ewropayê "bi kûrahî ji encamên rasterast û nerasterast ên vî şerî bandor bûye."

Emmanuel Macron da zanîn, di warê aborî de cîhan bi "polarîteya" di navbera Amerîka û Çînê de tê pênasekirin û Ewropa hîn biryar nedaye ku ew dixwaze "bibe koleyê herduyan" an jî rêya azadî û hevgirtinê bişopîne.

Serokomarê Fransayê tekez kir, her çend heta niha Ewropa nekariye bi temamî bersiva vê pirsê bide, lê bersiva "Ewropa ku di warê aborî, teknolojî û leşkerî de serwer e. Bi gotineke din Ewropayek bi rastî bihêz e."

Macron di wê baweriyê de ye ku krîza heyî ya Ewropayê jî ji ber wê yekê ye ku parzemînê heyama piştî bidawîbûna Şerê Sar bi tevahî derbas nekiriye.

Serokê Fransa got, YE lez da ku bi lez ber bi rojhilat ve berfireh bibe di wê baweriyê de ku "pirsgirêk hatin çareserkirin" piştî ku Şerê Sar bi dawî bû.

Macron eşkere kir, YE niha xwedî du komên neteweyan e û nêrînên wan ên cuda li ser siberoja blokê hene û got, Ewropaya Rojhilat dixwaze di nava YEyê de xweseriya neteweyî zêdetir bibe û divê em zanibin çawa guh bidin wan.