Macron di derbarê Rûsyayê de axivî: Pir girîng e sivikatî bi Rûsya neyê kirin
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron di derbarê Rûsyayê de axivî û diyar kir, pir girîng e sivikatî bi Rûsya neyê kirin da ku dema şer li Ukraynayê raweste çareseriyek dîplomatîk were dîtin.
Macron îro di hevpeyvînekê de eşkere kir: “Divê em sivikatiyê bi Rûsyayê nekin da ku roja şer were rawestandin em karibin bi alavên dîplomatîk rêyeke çareseriyê ava bikin.”
Macron destnîşan kir: “Ez di wê baweriyê de me ku ev rola Fransa, bibe hêza navbeynkar.”
Herwiha Macron da zanîn: “Ez hizir dikim û min jê re got, ku ew ji bo gelê xwe, ji bo xwe û ji bo dîrokê şaşiyeke dîrokî û bingehîn dike."
Hêjayî gotinê ye, Fransa ji hêla leşkerî û aborî ve piştgirî da Ukraynayê, lê ta niha Macron neçûye Kîevê da ku piştgiriya siyasî ya sembolîk mîna serokên din ên Yekîtiya Ewropî pêşkêş bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin