Hizbullahê pistrast kir: Hesen Nasrallah hatiye kustin
PeyamaKurd - Hate piştraskirin ku Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah di hêrişa duh a Îsraîlê de jiyana xwe ji dest daye.
Artêşa Îsraîlê îro danê sibê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah, di encama bombebarana ku artêşê duh li dijî baregeha navendî ya Hizbullahê ya li Lubnanê de pêk anî hatiye kuştin.
Piştî vê daxuyaniya artêşa Îsraîlê, rayedarên Hizbullahê daxuyandin ku kuştina Nasrallah nehatiye piştrastkirin.
Piştî van geşedanan demjimêrek beriya niha Hizbullahê bi daxuyaniyeke fermî mirina Hesen Nasrallah piştrast kir.
Di daxuyaniya Hîzbullahê de hate destnîşankirin ku Sekreterê Giştî yê rêxistinê Hesen Nasrallah, di hêrişa artêşa Îsraîlê de hatiye kuştin.
Hizbullahê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Hezretê Seyîd Hesen Nasrallah efendiyê berxwedêr, evdê heq e ku li ber Rebbê xwe ye û wek şehîdekî mezin jê razî be. , leheng, wêrek, jîr, têgihîştî û dilsoz çû ser dilovaniya xwe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin