DYA Pistrast kir: Fermandarê Hemasê Îsa hatiye kustin

19 March 2024 12:54 0 dîtin
DYA Pistrast kir: Fermandarê Hemasê Îsa hatiye kustin

PeyamaKurd - Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jake Sullivan piştrast kir ku Fermandarê Hemasê Merwan Îsa hatiye kuştin.

Jake Sullivan, di daxuyaniya çapemeniyê ya rûtîn de ragihand ku li gor agahiyên ku hatine ber destê wan, mirina Fermandarê Leşkerî yê Hemasê Merwan Îsa hatiye piştrastkirin.

Jake Sullivan destnîşan kir ku ew li pey pêşengên din ên Hemasê ne û got: “Bi egereke mezin fermandarên din ên Hemasê jî xwe di tûnêlan de xwe vedişêrin. Wê dadwerî rastî wan jî bihê û em hewl didin ku vê yekê pêk bînin.”

"Îsraîl li pey du kesên din e" 

Di destpêka vê hefteyê de hatibû ragihandin ku yek ji fermandarên leşkerî yên Hemasê Merwan Îsa li Xezzeyê di encama hêrişekê de hatiye kuştin, lê belê ev agahî nehatibû piştrastkirin.

Îsraîl piştî kuştina Merwan Îsa, hewl dide fermandarê Lîwayên Qesamê Mihemed Deyf û fermandarê Hemasê yê Xezeyê Yehya el-Sînyar bigire yan bikuje.

Li gor rayedarên leşkerî yên Îsraîlê, van her sê kesan plana hêrişa Hemasê ya 7ê Cotmeha 2023yan kiriye.