Ukrayna îdîa kiribû ew hatiye kustin! Di civînê de fermandarê Rûsî hate dîtin!
PeyamaKurd – Fermandarê Fîloya Rûsyayê Vîktor Sokolov ê ku Ukraynayê îdia kir di êrîşa li ser navenda Firokeya Behra Reş a Rûsyayê de kuştiye, di civîna Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat dîtin.
Serfermandarê ku Ukrayna pêr îdia kiribû ku ew kuştiye, di civîna Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat dîtin. Fermandarê Fîloya Behra Reş a Rûsyayê Vîktor Sokolov ku Ukrayna îdia kir, di êrîşa moşekî ya roja Îniyê ya li Sêvastopolê li ser baregeha balafira Rûsyayê ya li Behra Reş hat kuştin, li ser înternetê beşdarî civîna Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bû.
Di dîmenên ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê parve kir de hat dîtin, Sokolov jî di civîna ku bi serokatiya Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû hat kirin de amade bû û ew sax e.
Li ser dîmenên hatin weşandin, hêzên taybet ên Ukraynayê diyar kirin ku bi hinceta Sokolov sax e, Rûsya neçar maye dîmenan biweşîne û diyar kirin, yekîneyên pêwendîdar der barê Sokolov de lêkolînan dikin.
Her çend do dîmenên civînê hatin parvekirin jî, derbarê kengê tam hatiye lidarxistin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin