Hizbullahê kustina fermandarekî xwe yê pilebilind ragihand

08 January 2024 19:30 0 dîtin
Hizbullahê kustina fermandarekî xwe yê pilebilind ragihand

PeyamaKurd – Nivîsgeha Hizbullahê ya Çapemeniyê ragihand ku cîgirê berpirsê leşkerî Hizbullahê Cewad el Tawil di êrîşa asmanî ya Îsraîlê de hatiye kuştin.

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li bajaroka Hirbat Slîm a Lubnanê, êrîşeke asmanî li ser wesayîteke Hizbullahê de pêk aniye û di encama wê êrîşê de fermandarekî pilebilind ê Hizbullaha Lubnanê hatiye kuştin.

Nivîsgeha Çapemeniyê ya Hizbullahê jî piştrast kir ku kesê ku hatiye kuştin, cîgirê berpirsê giştî yê leşkerî Cewad el-Tawil e.