Holandayê bi fermî komkujiya Êzîdiyan nas kir

07 July 2021 09:32 0 dîtin
Holandayê bi fermî komkujiya Êzîdiyan nas kir

PeyamaKurd – Parlamentoya Holandayê bi piraniya dengan û bi fermî, komkujiya Êzîdiyan a bi destê rêxistina DAIŞê, wek jenosîd nas kir.

Roja Pêncşema borî, hejmarek Parlamenterên Holandî pêşniyarek pêşkêşî Parlamentoya welatê xwe kiribûn û piştî rojekê ew pêşniyar hat gotûbêjkirin, piştî destkarîkirineke kêm di pêşniyarê de, îro li Parlamentoyê xistin dengdanê û bi piraniya dengan, komkujiya Êzîdiyan a bi destê DAIŞê ya di sala 2014an de wek jenosîd hat qebûlkirin.

Bi vê pêngava Parlamentoya Holandayê, navê vî welatî jî di nav lîsteya welatên ku jenosîda Êzîdiyan nas kirine de zêde bû.